QABUL
Li herêmên cuda yên Efxanistanê di operasyonên cuda yên li dijî Talîbanê de 96 kes hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya nivîski ya Wezareta Karên Navxweyî ya Efxanistanê, li bajarên Helmand, Qendahar, Host, Paktiya, Paktîka, Xezne, Uruzgan, Cewîzcan, Bedaxşan, Qunduz û Tahara welêt, operasyonên leşkerî hatin lidarxistin. Di operasyonan de 96 milîtanên Talîbanê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 61 endamên Talîbanê birîndar bûn û 4 milîtan jî bi destê leşkerên efxan hatin zeftkirin.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku di operasyonan de gelek çek û teqemeniyên Talîbanê jî hat girtin û opersayon jî hê didomin.