MEZARÊ ŞERÎF
Li Sarê Pula wîlayeta Efxanistanê di navbera milîtanên Talîbanê û hêzên ewlekariyê da pevçûn derket, di şer da 6 kes hatin kuştin.
Midûrê Ewlekariya Sarê Pulê Nûr Hebîb Gulbaharî diyar kir ku li Balgaliya gundê Sarê Pulê êrîşî qereqola polêsan kirin û li ser vê pevçûn derket. Gulbaharî destnîşan kir ku di pevçûnê da 3 milîtan û 3 polêsên sivîl hatin kuştin, 4 milîtan jî hatin birîndarkirin.
Berdevkê Talîbanê Qarî Yusiv Ehmed jî diyar kir ku di êrîşê da 2 milîtan û 3 polês hatin kuştin, 2 milîtan û 2 polês jî birîndar ketin.
Ji vir 3 roj berê jî li bajarên Kunduz û Faryabêdi navbera milîtanên Talîbanê û hêzên ewlekariyê da şer derketibû, di şer da 20 kes hatibûn kuştin.