Haydar Şahin
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
WASHINGTON
Li gor îstatîstikên Buroya Lêpirsîna Federal a DYAyê (FBI) di sala 2015an da hejmara sûcên nefretê 5 hezar û 800 bû û ev hejmara di sala 2016an da derkete 6 hezar û 121ê.
FBIyê di çarçoveya Rapora Sûc a Giştî ya ku her sal eşkere dike da îstatîstikên sala 2016an ên nefretê jî eşkere kir.
Li gor raporê li tevahiyê DYAyê hejmara sûcên nefretê di salekê da 321 kes zêde bû û gihîşte 6 hezar û 121ê. Ji sedî 57,5ê van sûcan ji sûcên li dijî netewe û nesebê, ji sedî 21ê wan li dijî dîn, ji sedî 17,7ê wan jî li dijî tercihên cinsî hatin kirin.
- Sûcên li dijî misliman û cihûyan zêde dibin
Di heman raporê da hat dîtin ku li DYAyê sûcên li dijî mislimanan, cihûyan û komên LGBTyî zêde dibin.
Li gor vê sûcên nefretê yên li dijî cihûyan ji sedî 54 zêde bûn, sûcên li dijî mislimanan jî ji sedî 25 zêde bûn.
Di rapora FBIyê ya sala 2015an da jî hatibû diyarkirin ku di sala 2015an da li gor sala 2014an sûcên nefretê ji sedî 6,7 zêde bûn, sûcên li dijî mislimanan jî ji sedî 67 zêde bûn.