WASHINGTON
Li Baltîmoreya bajarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xortê reşik Freddîe Gray dema binçavkirî bû bêkeys ket û li nexweşxaneyê mir. Ji bo wî merasima cinaze hat kirin û piştî merasimê li çar aliyê bajêr bûyer derketin û li ser vê jî rewşa awarte hat îlankirin.
Merasim li dêrekê hat kirin û rayedarên payebilind jî di nav de bi hezaran kes beşdar bûn û merasimê bi qasî 2 saetan dewam kir. Qîza Erîc Garnerê ku par ji hêla polêsan ve hat xeniqandin Erîca Garner jî beşdarî merasimê bû.
- Piştî merasimê şer derket
Piştî merasima cinaze li herêma Gray lê hatibû binçavkirin koma ku piraniya wan ji xwendekarên lîseyê pêk dihat bi polêsan re şer kirin. Çalakvanan şûşe, tuxle û kevir avêtin polêsan û tundî li bajêr ber bi danê êvarê zêde bû.
Çalakvanan wesaîtên polêsan şewitand, meşale avêtin dikanan û hin dikan jî şêlandin. Polêsan xaza îsotê û guleyên plastîk avêtin çalakvanan. Di bûyeran de herî kêm 27 kes hatin binçavkirin û 15 polês û rojnameger jî birîndar bûn.
Ji ber bûyeran li Baltîmoreyê rewşa awarte hat îlankirin.