Nuran Erkul Kaya
05 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2023
Li dinyayê germahiya hewayê di 4ê Tîrmehê da wek 17,18 pile hat pîvan ku ev wek roja herî germ ya dinyayê hat qeydkirin.
Germahiya hewayê ya kurewî ya herî zêde di 3yê Tîrmehê da wek 17,01 pile hatibû pîvan ku ev rêje di nav 24 saetan da guherî.
Li gor daneyên şaxa meteorolojiyê ya Amerîkayê NCEPê, germahiya kurewî ya navendî di 3yê Tîrmehê da wek 17,01 pile hatibû pîvan ku ev wek roja herî germ hatibû qeydkirin. Lê di nav 24 saetan da ango roja 4ê Tîrmehê germahiya hewayê guherî û bû 17,18 pile.
Germahiya hewayê li gor liv û tevgera însanan ya guherîna avûhewayê zêde dibe.
Zanyar dibêjin di nav 6 hefteyan da germahî wê dîsa zêde bibe.
Rêxistina Meteorolojiyê ya Dinyayê duh daxuyandibû ku şert û mercên El Nîno dest pê kiriye û germahî wê zêdetir bibe.
Germahiya herî zêde ya dinyayê di Tebaxa 2016yan da wek 16,9 pile hatibû pîvan.