İbrahim Atmaca
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
PEKÎN
Li başûrê Çînê mormorkeke terikî ku perikên wê 11,15 santêm dirêj e, hat dîtin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê, mormorka ku par li Çingduya paytextê Siçuanê ser Çiyayê Çîngçingayê hat dîtin, ji cisnê mormorkên Holorusia Mikado ye. Ev cisn li dinyayê cisnê mormorkan ê herî mezin e.
Ji rayedarên Muzeya Kêzikan a Çingduya Rojavayê Çînê, Zanyarê Kêzikan Cao Li dema ku li sehayê xebat dikir, wê demê mormork dît. Cao diyar kir ku dirjahiya perikê mormorka terikî 11,15 santêm e û ev mormork berevajiyê mormorkên din xûnê naxwe, şerbetê dixwe.
Cao got ku emrê vî cisnî tenê çend roj in, ji ber gewdê xwe yê mezin zêde nikarin bifirin û li cihê ku çêre lê zehf e dijîn.
Cisnê mormorka Holorusia Mikadoyê li Tirkiyeyê wek mormorka Tipulayê jî tê zanîn. Tê gotin ku ev mormork li bajarê Çingduyê li ser çiyayên ku ji 2 hezar û 200 mêtreyî nizimtir in, dijîn.
Mormorka Holorusia Mikadoyê li dinyayê cara ewil li Japonyayê hat dîtin û di sala 1876an da John Obadiah Westwoodê zanyarê kêzikan ê Îngiliz navê wê hat danîn. Dirêjahiya perika vê mixmixkê teqrîbî 8 santêm e.
Zanyarê Kêzikan Cao Li di sala 2016an da kêzika herî dirêj a dinyayê ku dirêjahiya wê 62,4 santêm e, dîtibû.