Ahmet Aydın
13 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê li dijî çiyayê Şingal û Karacaka ku ji aliyê terorîstan ve weke baregeh tên bikaranîn operasyona asîmanî li dar xist.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Neteweyî, li gorî mafê rewa yê ku ji hiqûqa navnetweyî ya di çarçoveya maddeya 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) tê bi mebesta parastina asayişa sînor, nehiştina êrîşên terorê yên dijî hêzên ewlekariyê û gel û berterefkirina endamên rêxistinên terorê yên weke PKK/KCK/PYD/YPGê li bakurê Iraqê operasyona asîmanî hat lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê li dijî çiyayê Şingal û Karacaka ku ji aliyê terorîstan ve weke baregeh tên bikaranîn operasyona asîmanî li dar xist.
Artêşa Tirkiyeyê di operasyona asîmanî ya li bakurê Iraqê de şikeft, sitargeh tunel û cebilxaneyên terorîstan kirine amanc.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku "Artêşa Tirkiyeyê herwekî di rabirdûyê de kir îro jî ji bo ewlekarî û mayindeya welat û gel, erka xwe pêk tîne û bi bawerî û biryardarî dê berdewam be."