Haydar Şahin
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
PEKÎN
Li Çînê Sala Kûçikan û Cejna Biharê bi kelecanî tê pîrozkirin.
Li gor Salnameya Çînê ya Hîvê ya 12 Heywanî îşev Sala Dîkan xilas dibe û welat dikeve Sala Kûçikan. Ji bo Sala Nû ya Çînê dibêjin Cejna Biharê û di vê cejnê da hemû malbat û dost tên ba hev û bi hev ra hatina salê pîroz dikin.
Li gor bircên heywanan ên Çînê Sala Kûçikan zanebûn, dostî û sebrê temsîl dike. Daxwaza welatiyan ew e ku sal bi ber û bereket derbas bibe. Welatî kom dibin, xwarinê dixwin, eqrebayên xwe ziyaret dikin û diyariyan didin hevdu.
Serjimara Çînê gihîştiye 1,42 milyarî û kêmzêde 300 milyon kes li ciyên qeyda wan lê ne najîn li eyaletên din dixebitin.
- Qerebalixa metropolan kêm bû
Ji sibê pê va li welêt tetîla 7 rojî dest pê dike, li tevahiyê welêt tu dibê jiyan disekine, her kes diçe memleketê xwe û bi malbata xwe ra dema xwe derbas dike.
Li gor kevneşopiya Çînê bawer dikin ku fîşengên hewayê û çatpat "rihên nebaş didefînin" û ji bo vê jî di destpêka sala teze da van diteqînin.
Lêbelê ji ber ku dibe sedema qirêjbûna hewayê, şewat û fikarên ewlehiyê li bajarên mezin ev kevneşopiya hatiye qedexekirin.
Li gor Salnameya 12 Heywanî ya Çînê serê salê li gor hîvê tê eşkerekirin û ji ber vê jî her sal destpêka salê diguhere. Her salê navê heywanekê li salê dikin. Îsal Sala Kûçikan e û sala pêşiya me jî Sala Xinzîran e.
Cejna Biharê li Sîngapur, Malezya, Endonezya, Tayland û Japonyaya welatên Asyayê tê pîrozkirin.