Ecem Şahinli Ögüç
10 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2025
Li perava Cruzeîoroya li bajarê Ubatubaya li Sao Pauloya eyaleta Brezîlyayê balafireke biçûk ket û di encamê da pîlot mir, 5 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Ubatubayê balafireke biçûk ket perava Cruzeîroyê.
Di encama ketina balafirê da 2 jê zarok 4 rêwî birîndar bûn û pîlot mir.
4 rêwiyên di balafirê da û jinikeke ku dema qezayê li peravê bû birîndar bûn.
Hat eşkerekirin ku birîndar sewqî nexweşxaneyê kirine û rewşa tenduristiya wan baş e.