ROMA
Penaberên ku li Behra Spî ji hêla tîmên Ewlehiya Qeraxê ya Îtalyayê ve hatin xilaskirin gotin ku keştiyeke penaberan ya ku 400 kes tê de bûn binav bû.
Tîmên Ewlehiya Qeraxê ya Îtalyayê ev du roj in li Qanala Sîcîlyayê ya ku di navbera Îtalya û Libyayê de operasyonan dikin ku mirovên penaberan bi qaçaxî dibin Ewropayê bigrin û penaberan xilas bikin. Penaberên ku di operasyonan de hatin xilaskirin ji rayedaran re gotin ku di behrê de 400 penaber xeniqîne.
Li gor agahiya Saziya Save The Childrenê (Zarokan Biparêzin) keştiyeke 400 mirov tê de piştî ku ji Lîbyayê hereket kir di behrê de binav bû. Rayedarên saziyê gotin ku 150 penaberên ku hatine xilaskirin ev agahî dane wan û penaberan gotine ku yên di keştiyê de ne zêdetir ciwan û zarok in.
Li gor saziya Zarokan Biparêzin di navbera 11 û 13ê nîsanê de bi giştî 5 hezar û 100 penaber gihîştin Îtalyayê û ji van penaberan 450 zarok in.