NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-Mun xwest penaberên ku li Asyaya Başûr li ser behrê mehsûr mane bên xelaskirin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NYyê, her ku diçe Sekreterê Giştî Ban ji ber rewşa penaberên ku li Asyaya Başûr li Behra Andamanê û Tengava Malaccayê di tekneyan de mehsûr mane, dikeve nava fikaran.
Sekreterê Giştî Ban der heqê rewşa penaberan de bi serokwezîrê Malezya û Taylandê re axivî û di axaftina xwe de Ban li ser cîbicîkirina hukmên amîr ên hiqûqa navneteweyî û xelaskirina penaberan sekinî.
Ban got ku divê di wextê de deriyê lîmanan ji tekneyan re werin vekirin û penaber bên qebûlkirin û herwisa divê nehêlin ku ev tekne paşve biçin.
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî daxuyandibû ku hê jî di tekneyên qaçaxçiyên mirovan ên li peravên Oqyanûsa Hind û Behra Andamanê de 8 hezar penaber hene.
Piraniya penaberên ku li ser behrê ji neçariyê berxwedana jiyanê didin, misilmanên Rohingyayê ne ku ji ber tundî û pêpeskirina mafên mirovan a li Myanmarê direvin û yên din jî Bangladeşî ne.