Dinya

Li Amerîkayê li Şeymaya Sûriyeyî xistin

Li Pîttsburga bajarê Amerîkayê keçikeke Sûriyeyî rastî êrîşa nijadperest hat.

Fatih Gazioğlu  | 18.12.2018 - Rojanekırın : 19.12.2018
Li Amerîkayê li Şeymaya Sûriyeyî xistin

New York

NEW YORK 

Li Pîttsburga bajarê Pensîlvanyaya eyaleta Amerîkayê keçikeke Sûriyeyî rastî êrîşa nijadperest hat.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hildan, Şeymaya 15 salî û malbata wê du sal û nîv berê ji Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî revîn û li Pîttsburga bajarê Amerîkayê bi cih bûn.

Şeymaya Sûriyeyî li bajêr diçe Lîseya Chartiers Valley High Schoolê. Li gor agahiyan keçika Sûriyeyê roja înê li mektebê rastî êrîşê hat.

Şeyma dema diçe tuwaletê keçeke Amerîkayî ya ku cixara dikişand jê re gotiye ji wir derkeve. Şeymaya Sûriyeyî jî gotina wê nekiriye û derneketiye. Li ser vê keça Amerîkayî ji Şeymayê re gotiye: "Tu dia bike ez zimanê te nizanim, minê heqerata herî mezin li te bikim."

Piştî axaftinê keçeka Amerîkayî êrîşî Şeymayê kiriye û bi mistan li keçikê xistiye. Xwendekarên din jî qismekî êrîşê qeyd kiriye û li ser medyaya civakî parve kirine.

Li ser bûyerê welatiyekî Tirk yê ku nexwest navê xwe bide got ku Şeymaya Sûriyeyî piştî êrîşê xeriqiye û rakirine nexweşxaneyê.

Piştî bûyer li ser medyaya civakî belav bû gelek bikarhêner û xwendekaran peyamên piştgiriyê ji Şeymayê re şandin.

Xwendekera êrîşkar jî ji bo 3 rojan ji lîseyê hat dûrxistin.

Ji aliyê din va Konseya Têkiliyên Amerîka-Îslamê (CAIR) jî bûyer şermezar kir û gotin ew ê mijarê sewqî dozgeriya federal bikin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın