Elif Orhan
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
NEW YORK
Hat ragihandin ku li marketekî li herêma Jeffersona girêdayî Kentuckya eyaleta Amerîkayê êrîşa çekdarî hat kirin.
Di daxuyaniya ku ji rayedarên polêsan a Jeffersontownê hat dayîn di êrîşa çekdarî ya ku li marketekî hat kirin de gelek kes hatin gulebarankirin.
Rayedaran eşkere kirin ku di bûyerê de gumanbarek hat binçavkirin û der barê jimara mirî û birîndaran de hêj daxuyanî nehat dayîn.