20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
BERLÎN
Hat ragihandin li Freiburga Almanyayê kesên nasnameya wan nayê zanîn ketin avahiya komeleya "İslamisches Zentrum Freiburg"ê ya mizgeft jî tê da heye û xaçê bigama xêz kirin.
Ziya Çelikê serokê komeleyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li ser avahiya komeleyê da xaçê bigama hatiye xêzkirin.
Çelik diyar kir li ber deriyê komeleyê li milê rast û milê çepê xaçê bigama hatiye xêzkirin û got em texmîn dikin bi şev ev hatiye kirin.
Ziya Çelik destnîşan kir gilîdar bûne û got polês wê bûyerê lêkolîn bikin.
Çelik destnîşan kir 40 sal in di nav aştiyê da li Freiburgê kar û barên xwe dikin û got em gelekî xemgîn bûn.
Ziya Çelik destnîşan kir vê bûyerê şermezar dikin.