Tufan Aktaş
05 Tebax 2021•Rojanekirin: 06 Tebax 2021
ÎSTANBUL (AA) - Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ragihand ku hefteya borî li Afrîkayê ji ber Kovîd-19ê mirin zêde bûn û ev rewş rekor bû.
RTDê di daxuyaniya weşand da ragihand ku di hefteya 1ê Tebaxê qediya da li parzemînê ji 6 hezar û 400 kesî zêdetir kes ji ber vîrusê mirin.
Hejmara miriyan ji sedî 55 li Afrîkaya Başûr û Tûnisê hat qeydkirin û li gor hefteya berê jî rêjeya pêketiyan ji sedî 19 zêde bû û derket 278 hezarî.
Di du hefteyên dawîn da li 22 welatan hejmara pêketiyan a ji sedî 20 zêde bû, li 22 welatan varyanta deltayê ya vîrusê, li 39 welatan ya alfayê li 35 welatan jî ya Betayê hat dîtin.
Li parzemînê 6 milyon û 918 hezar pêketî hene û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 174 hezar û 465an.