Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê nêzî 600 hezarî bû

Li tevahiya parzemînê di 24 saetên dawîn da 256 kes ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû mirin û 16 hezar û 596 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin

İbrahim Atmaca  | 13.07.2020 - Rojanekırın : 13.07.2020
Li Afrîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê nêzî 600 hezarî bû

Hartum

 Li parzemîna Afrîkayê di 24 saetên dawîn da 256 kes ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin û jimara pêketiyan derket 598 hezar û 236an.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 16 hezar û 596 zêde bû û derket 598 hezar û 236an.

Jimara kesên ku ji ber pandemiyê mirin di 24 saetên dawîn da 256 zêde bû û derket 13 hezar û 285an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 4 hezar û 79 kes mirin, li Misrê 3 hezar û 858 kes mirin, li Cezayîrê 1011 kes mirin, li Nîjeryayê 740 û li Sûdanê 650 kes mirin.

Li Seyşeller, Erître, Uganda heta niha kes nemiriye.

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan ji 276 hezar û 242yan borî, dû vî welatî ra bi 82 hezar û 70 pêketiyan va Misir, bi 32 hezar û 558 pêketiyan va Nîjerya tê.

Li Afrîkayê jimara nexweşên ku qenc bûne jî nêzî 300î ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın