Önder Beyter
14 Îlon 2020•Rojanekirin: 15 Îlon 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin ji milyonek û 104 hezarî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 6 hezar û 805 zêde bû û derket milyonek û 359 hezar û 569an.
Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 121 zêde bû û derket 32 hezar û 678an.
Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 15 hezar û 447 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 648 mirinan va Misir û bi 1612 mirinan va jî Cezaîr tên.
Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 649 hezar û 793, li Misrê bû 101 hezar û 9 û li Fasê jî bû 86 hezar û 686.