Türkan Tosun
17 Gulan 2020•Rojanekirin: 17 Gulan 2020
Li gor malpera înternetê "Worldmeter"ê ya ku agahiyên li welat û herêman a der barê vîrusa koronayê da berhev dike, li tevahtiyê Afrîkayê hejmara kesên bi Kovîd-19yê ketin gihîşt 80 hezar û 565an.
Li parzemînê herjmara kesên ji ber Kovîd-19yê mirin jî derket 2 hezar û 715an.
Heta niha 30 hezar û 647 kes ji nexweşiyê filitîn û baş bûn.
Hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin li Misirê gihîşt 612an, li Cezayîrê 542, li Afrîkaya Başûr 261, li Fasê 192, li Nîjeryayê 171, li Kamerunê 140, li Sudanê jî gihîşt 97an.
- Li Morîtyus û Erîtreyê kesên bi Kovîd-19yê ketine neman
Li parzemînê li Lesotho, Seyşeller, Namîbya, Erître, Mozambîk, Uganda, Komara Afrîkaya Navîn, Madagaskar û Ruandyê hê tu kes ji ber vîrusê nemir.
Li Morîtyus û Erîtreyê jî kesê bi Kovîd-19yê ketine neman.