Dinya

Li Afrîkaya Başûr êrîşên biçek: 43 kuştî

Li Afrîkaya Başûr di êrîşên biçek ên ji dawiya hefteyê vir da 43 kes hatin kuştin

Önder Beyter  | 16.07.2019 - Rojanekırın : 17.07.2019
Li Afrîkaya Başûr êrîşên biçek: 43 kuştî

Abuja

Hat ragihandin ku li bajarê Cape Town ê Afrîkaya Başûr di êrîşên biçek ên ji dawiya hefteyê vir da 43 kes hatin kuştin.

Di nûçeyên çapemeniya welêt ên li ser zarê polêsan da hat diyarkirin ku li Cape Townê ji dawiya hefteyê vir va bi destê çekdarên nediyar êrîş hatin kirin.

Di êrîşan da 43 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.

Herwiha der heqê bûyeran da 143 kes hatin binçavkirin. Li herêma Philippi ya Cape Townê hefteya çûyî di êrîşeke biçek da 13 kes hatibûn kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.