Dinya

Li Îdlibê danê paşîvê êrîş: 3 kuştî, 7 birîndar

Li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê di êrîşên rejima Esed û komên biyanî yên terorîst ku Îran piştevanê wan e da 3 sivîl hatin kuştin, 7 sivîl birîndar bûn

15.05.2019
Li Îdlibê danê paşîvê êrîş: 3 kuştî, 7 birîndar

İdlib

Li Sûriyeyê li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê di êrîşên danê paşîvê yên rejima Esed û komên biyanî yên terorîst ku Îran piştevanê wan e da 3 sivîl hatin kuştin, 7 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, hêzên rejimê bi top, hawan û roketan êrîş birin ser gundê Kefer Daelê yê li rojavayê Helebê di nav "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da ye.

Li gorî çavkaniyên Parastina Sivîlan (Serspî), di êrîşa dijî gund da 3 sivîl hatin kuştin, 7 sivîl jî birîndar bûn.

- Li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" rewşa dawîn

Tirkiye, Rûsya û Îranê 4-5ê Gulana 2017an di civîna Astanayê da îdlib û dewrûbera wê wekî "Herêma Kêmkirina Şer" ragihandibûn. Ji ber binpêkirina agirbestê ji aliyê rejimê va, Tirkiye û Rûsyayê rêkeftineke din jî îmze kiribû. Herwiha rejim tevî hevalbendên xwe ligel rêkeftina ku li Soçiyê 17ê Îlona 2018an hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne.

Çavkaniyên parastina sivîlan destnîşan dikin ku ji 25ê nîsanê vir va di êrîşan da herî kêm 140 sivîl hatin kuştin û ji 375an zêdetir sivîl jî birîndar bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın