ADIYAMAN (AA) - Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî mitînga partiya xwe ya ku li ser Kolana Sakaryayê hat lidarxistin, bû.
Serokwezîr Davutoglu bangî kesên li qadê kom bûne kir, ji wan xwest ku bila bala xwe baş bidin gotinên CHP, MHP û HDP û wiha dewam kir: "Binihêrin CHP û HDP wek cêwî ne, her du jî li dijî diyanetê ne. Ji wan yekî di dema xwe de li vî welatî eslê banga şerif nehiştiye û xwestiye ku dengê "Allah û Ekber" a ku nîşaneya tevhîdê ye li esmanên vî welatî nemîne."
- "Di hilbijartinê de kî têk biçe bila dest ji siyasetê berde."
Serokwezîr, li Îngilistanê serokên muxalefetê yên ku ji ber encamên hilbijartinê îstifa kirin bi bîr xist û got: "Ez li vê derê bangî Demirtaş, Kiliçdaroglu û Bahçelî dikim, ez amademe, heke ez di hilbijartinê de bi ser nekevim, bi îzna Xwedê em ê biserkevin, ez ê dotira rojê dest ji siyasetê berdim, lê gelo hûn jî amadene ku cihên xwe biterikînin? Di hilbijartinê de kî têk biçe bila dest ji siyasetê berde."