06 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
SEUL
Di daxuyaniya nivîskî ya ku Fermandeyiya Hêzên Hevkar ya Koreya Başûr ji Ajansa Xeberên Koreya Başûr Yonhapê re şand de hat ragihandin ku Koreya Bakur vê sibehê 4 fuzeyên Balîstîk ceribandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku fuze li gorî seeta herêmî 07.36an ji bakurê rojava hatin avêtin. Rayedarên Japon diyar kirin ku ji 4 fuzayan 3 heb ketin qada deryaya ku rêvebiriya Tokyoyê dibeje para me ye.
Hwang Kyo-ahnê ku bi wekaletî Serokatiya Dewleta Koreya Başûr dike, der barê ceribandinan de got "Ev li dijî civaka navneteweyî provokasyoneke bitalûke ye."