ERBİL
Serokatiya Herêma Kurdistanê Ya Îraqê daxuyand ku ev demeke dirêj bû li ser Konferansa Neteweyî ya Kurdan diaxivîn û dê demeke kurt de li Erbîlê li dar bikeve.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Çapemeniyê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê ya Îraqê Ûmêd Sebah, Mesûd Barzanî der barê konferansê de ji cihên eleqedar re peyam şandiye.
Di daxuyaniya ku di malpera serokatiyê ya fermî de bû, ev gotin hebûn:
"Birêz Mesûd Barzanî name ji rêxistinên siyasî yên her çar parçeyan re şand û wan der barê konferansê de agahdar kir. Di nameyê de bangawazî li aliyan kir ku bila lijneyên amadekariyê bên avakirin."