Dê îro li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yebûyî (KENY) ji bo pêşnûmaya biryarê ya ku Îngilistanê ji bo bîranîna boşnakên ku li Srebrenîtsayê bi destê sirban ve hatin qetlkirin amade kir, deng bê dayîn.
Di pêşnûmayê de gotina "Komkujiya ku li Srebrenîtsayê hat kirin û hemû sûcên şer ên belgekirî yên ku di vê şerê de hatin kirin û sûcên li dijî mirovayî bi tundî tên şermezarkirin." Heke pêşnûma bê qebûlkirin dê bi biryara KENYyê bê qebûlkirin ku li Srebrenîtsayê komkujî hatiye kirin.
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Yugoslavyaya Berê, beriya niha sûcên ku li Srebrenîtsayê hatin kirin wekî komkujiyê bi nav kiribûn.
Di pêşnûmaya Îngilistanê de tê destnîşankirin ji bo ku li Bosna Hersekê lihevkirin çêbe divê tiştên ku qewimîn wekî komkujiyê bên qebûlkirin û balê dikşînin bikarneanîna têgeha "komkujiyê" ya ku dadgeh ji bo vê sûcê bi nav dikin, lihevkirinê asteng dike.
Di pêşnûmayê de di serî de NY qala nejêhatîbûna saziyên civakî ya di mijara astengkirina komkujiya Srebrenîtsayê dikin û destnîşan dikin ji bo ku car din di dahatûyê de bûyerên bi vî awayî dernekevin divê bergiriyên ewlehiyê bên girtin.
-Helwesta Rûsyayê dê diyarker be
Tê diyarkirin ku Rûsya li pêşnûmaya biryarê ya ku Îngilistanê amade kir erênî nabîne û îtirazê bikaranîna têgehe komkujiyê dike. Piştî ku halê ewil ê pêşnûmayê hat belavkirin, Rûsyayê jî pêşnûmayake ku qala Srebrenîtsayê nake, amade kiribû û dabû endaman.
Li bendê nînin ku ji bo pêşnûmaya Rûsyayê deng bê dayîn lê tê diyarkirin dibe ku Rûsya pêşnûmaya Îngilistanê veto bike. Sirbên sirbistanî û bosnayî hem ji endamên Konseya Ewlehiyê ya NYyê hem jî hi Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mun re name şandibûn, nêrîna xwe ya li dijî pêşnûmayê nîşan dabûn û dabûn zanîn ku heke pêşnûma bê qebûlkirin dê zirarê bide lihevkirinê.
Bakîr Îzzetbegovîçê Endamê Boşnak ê Konseya Serokatiya Dewletê ya Bosna Hersekê jî di peyama xwe ya ku ji Gerard van Bohemenê Serokê heyamê yê Konseya Ewlehiyê ya NYyê û Nûnerê Daimî yê NYyê yê Zelandaya Nû re şandibû de îdiayên dibêjin ku pêşnûma dê zirarê bide îstiqrara Bosna Hersekê red kiribû û gitobû ku "Heqîqat û edalet dijminê aştî û îstiqrarê nîne. Bereksê wê ew aştî û îstiqrarê pêk tînin."
Di civîna Konseya Ewlehiyê ya NYyê de her wiha dê Alîkarê Sekretetê Giştî Jan Eliasson û Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NYyê Zeyd Ra'ad el-Huseyîn jî biaxivin.
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mun di axaftina xwe ya hefteya borî de diyar kiribû ku NYyê ku ji bo parastina sivîlên mesûm hatiye avakirin lê Srebrenîtsayê berpirsyariya xwe bi cî neanîn û gotibû ku "Sekreteriya Giştî ya NYyê, Konseya Ewlehiyê ya NYyê û welatên endam vê şermê parve dikin."
-Li Srebrenîtsayê çi bibû?
Di deme şerê li Bosnayê de yekîneyên sirpan ên girêdayî Ratko Mîladîç di 11ê Temûza 1995an de Srebrenîtsaya ku NYyê herêma ewledar îlan kiribû, îşgal kirin. Boşnakên sivîl li ser îşgalê xwe sipartin leşkerên hollendî yên di bin banê NYyê de lê sivîl teslîmê sirpan kirin.
Boşnakiyan siwarê otobês û kamyonan kiirn û ji wan 8 hezar û 372 kes birin daristan, fabrîqe û depoyan û ew bi xwînxwarî kuştin. Kesên ku hatin qetlkirin li gorên komîyên li cihên cuda yên li welêt veşartin.
Hê jî cenazeya hin kesên ku di komkujiyê de htiye qetlkirin nehatiye dîtin.