Haydar Şahin
18 Tebax 2018•Rojanekirin: 19 Tebax 2018
ANKARA
Kofî Annanê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê berê mir.
Di daxuyaniya Weqfa Kofî Annan da hat diyarkirin ku Annanê Sekreterê Giştî yê NYyê yê berê ji ber nexweşiyeke ku nehat teşxîskirin li nexweşxaneyeke li Berna paytextê Swîsreyê dihat dermankirin û li heman nexweşxaneyê mir. Weqfê ji bo mirina Annan peyama serxweşiyê weşand.
Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê jî ji bo mirina Annanê 80 salî daxuyanî da û got, "Ji ber mirina Annan em zehf xemgîn bûn. Annan ji bo pirsgirêkan zimanê diyalogê bi kar anî, ji bo aştiyê bênavber xebitî û xwe fedayê vê rêyê kir."
- Kofî Annan kî ye?
Annanê di navbera salên 1997 û 2006an da Sekreteriya Giştî ya NYyê kir û di heman demê da sekreterê reşik ê ewil e.
Annan di sala 2yan a şerê navxweyî yê Sûriyeyê da wekî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê di adara 2012an da pîlaneke ji 6 xalan pêk tê pêşniyaz kiribû ku pirsgirêk were çareserkirin. Piştî 3 mehan ji ber ku bûyerên tundiyê zêde bibûn jî Annan îtiraf kiribû ku bi ser neketiye û di tebaxa 2012an da ji wezîfeyê îstifa kiribû.
Annan di 8ê nîsana 1938an da li Kumasiya bajarê Ganayê hat dinyayê û perwerdeya xwe li Amerîka û Swîsreyê temam kir.
Annan di 13ê berfanbara 1996an da wekî sekreterê giştî yê 7an ê Neteweyên Yekbûyî hatibû hilbijartin, di sala 2001ê da Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû.
Kofî Annan 10 salan Sekreteriya Giştî ya NYyê kir û di 1ê rêbendana 2007an da wezîfe dewrî Ban Kî-munê ji Koreya Başûr kir.