Fatih Gazioğlu
20 Tebax 2019•Rojanekirin: 21 Tebax 2019
Li Amerîkayê komeke koçberên ku li navendên berxwet dimînên ji ber kêmasiyên tendurîstiyê û mexdûriyeta astengdaran dijî Îdareya Mihafezekirina Gumrik û Koçberiya Amerîkayê (ICE) doz vekirin.
Li gor agahiyan, 15 koçberên ku li navenda berxwet dijîn bi îdiaya kêmasiyên xizmetên tenduristiyê û mexdûriyetên din serî li Mehkemeya Herêma Amerîkayê ya 9emîn dan.
Koçberên di daxwaznameya xwe de Girtîgeha Tellerê ya li Coloradoyê û Navenda Çavderiyê ya li bajarê Adelantoyê ya li eyaleta Calîfornîayê jî di nav de dijî 8 tesîsên ku şert û mercên wan nebaşin gilîdar bûn.
- Nehat dermankirin, çavê wî kor bû
Li gor agahiyan, Faruk Evdila Ferhatê (57) welatiyê Urdunê ji ber ku nehat dermankirin çavê wî yê çepê kor bû. Li gor îdiayan bijîşkek Ferhat miayene kir û got ku divê ev koçber were emelîyet kirin. Lê rêveberiya tesîsa Adelantoyê destûr neda û ji ber vê çavê Ferhat yê çepê kor bû.
Di daxwaznemeyê da hat gotin ji koçberan kesekî 29 salî û welatiyê Meksîkayê bû şîzofren bû û nexweşiya bîpolarê lê derketibû. Li gor îdiayê koçberê nehat dermankirin û ji ber vê jî her roj rewşa wî xirabtir bû.
Rayedarên ICEyê der barê dozê da tu daxuyanî nedan. Rayedaran îdiakirin ku ew sîstematîk kontrola koçberên li navenda dimînin dikin û li navendan tu pirsgirêke tune ne. Rayedaran gotin kesên ku li hucreyên bi tenê dimînin ji bo wextekî berwext dimînin û jimara wan jî sedî 1ê derbas nabe.