WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry bi têlefonê li Serokomarê teze yê Qibrîsê Mustafa Akinci geriya û pîroz kir.
Marîe Harfa Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê di civîna çapemeniyê da diyar kir ku Kerry bi têlefonê li Serokomarê teze yê Qibrîsê Mustafa Akinci geriya û pîroz kir.
Harfê destnîşan kir ku Kerry di têlefonê da teyîd kir ku ew ê alîkariya ku didin mizakereya li Qibrîsê bidomînin, wek mayîn jî di vê pêvajoyê da çi lazim bike DYAyê di wan mijaran da alîkariyê bide.