Ahmet Aydın
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
STRAZBURG
Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Jean-Claude Juncker ji ber ku tenê 30 endam beşdarî rûniştina Parlementoya Ewropayê (PE) bûn, ji parlmentoyê îfadeya "rûreş" bikaranî û anî ziman ku careke din beşdarî rûniştineke wiha nabe.
Li Lijneya Giştî ya PEyê ku li Strazburgê berdewam e, faaliyetên 6 mehan yê Maltayê hatin gotûbêjkirin.
Di rûniştinê de ya ku Joseph Muscatê Serokwezîrê Maltaya ku seroktiya serdemê ya YEyê dewrî Estonyayê kir jî beşdarî wê kir, ji 751 endamê 30 endam beşda bûn û li ser vê Juncker axivî û bi gotina "PE rûreş e, ev rûreşî ye, bi rastî jî hûn rûreş in" bertek nîşan da.