Ahmet Aydın
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi mebesta çareseriyê di mijara derbarê qeyrana Qeterê de ya ku li Nîvgirava Erebî qewimî, îro jî dîplomasiya xwe ya telefonî domand.
Li gorî çavkaniyên Serokomariyê, Serokomar Erdogan di vê çarçoveyê de digel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Endonezyayê Joko Widodo, Qralê Behreynê Hemed bin Îsa Al Xelîfe, Qralê Urdinê Ebdullehê 2yemîn, Serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî û Serokwezîrê Malêzyayê Necîp Tun Ebdurrezaq axivî.
Di peywendiyên telefonî de Erdogan bal kişand ser wê yekê ku pêdivê mesele bi diyalog û dîplomasiyê bê çareserkirin û weke Tirkiyeyê amadehiya xwe ji bo sarkirina wê girjiyê anî ziman.
Serokomar Erdogan derbarê vê meseleyê duhê digel Mîrê Qeterê Şêx Temîm bi Hemed Al Sanî, Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Mîrê Kûwêtê Şêx Sebah Ehmed Sebah û Qralê Erebistana Siûdiyê Selman bin Ebdulezîz axivîbû.