ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der heqê îdiayên lijneya çavdêriyê ya ku qaşo ji bo Pêvajoya Çareseriyê hatiye damezrandin de got: "Di hin saziyên çapemeniyê de tê gotin ku lijneya çavdêriyê ya ji 16 kesan pêk tê hat damezrandin û hin nav jî tên weşandin. Ev ji serî heta binî derew in."
Akdogan der heqê îdiayan de li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiv da û wiha got: "Di hin saziyên çaxpemeniyê de tê diyarkirin ku heyeta çavdêriyê ya ku ji 16 kesan pêk tê hatiye damezrandin û nav tên weşandin. Ev ji serî heta binî derew in. Li ser hevdîtineke rojane ya ku di meclisê de hatiye kirin meriv rabe û daxuyaniyên ku wê bibin sedema spekolasyonan bike ne rast e û ev ne li dijî cidiyeta pêvajoyê ye."