Elif Orhan
16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) der barê rageşiya ku li Kerkûkê zêde bû de bangî aliyên eleqedar kir ku ji pêngavên ku rageşiyê zêde dikin dûr bisekinin û dan zanîn ku piştgirê yekîtiya axa Iraqê ne.
Berdevkê maseya Rojhilata Navîn a Pentagonê Serdar Adrîan Rankîne Galloway got ku "Em bangî hemû aliyan dikin ku bila ji pêngavên ku rageşiyê zêde dike dûr bisekinin. Kîjan alî dibe bila bibe em dijî bikaranîna şîdetê ne. Em hember pêngavên ku dê ji têkoşîna dijî DEAŞê dûr bixe û zirarê bide îstikrara Iraqê hişyarî didin."
- Destûa Bingehîn a Iraqê destnîşan dike
- Serdar Galloway da zanîn ku DYA piştgirî dide yekîtiya axa Iraqê û got ku "Digel biryara referandûmê ya yekalî ya bêtalih a Herêma Kurdistana Iraqê ji bo kêmkirina rageşiya berdewam û di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de çareserkirina pirsgirêkên ku demek dirêj e hene alternatîfa herî baş diyalog e."
Serdar Galloway got ku DYAyê bala xwe daye ser têkoşîna dijî DEAŞê û bangî hemû aktorên herêmê jî kir ku bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DEAŞê.