Abdullah Tel
13 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2018
TORONTO
Kanada ji bo Filistîniyên ku li Xeze, Şerîeya Rojava, Libnan û Urdunê ne wê bi bergîdana 62,5 milyon dolarî alîkarî bike.
Wezareta Pêşketinê ya Kanadayê Marie-Claude Bibeau daxuyanî da û diyar kir ku penaberên Filistînî bi pirsgirêka wek feqîrî, bêkarî û tunebûna xwarin û xurekê ra rû bi rû ne.
Wezîr Bibeauyê destnîşan kir ji ber wan kêmasiyan û bi armanca penaberên Filistînî bikaribin hin pêwîstiyên xwe hel bikin Kanada wê bi navbeynkariya Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) seranserê du salan 50 milyon dolar alîkarî bide. Ji bo zarokên Filistînî jî bi navbeynkariya Right to Play International (Heqê Lîstikê ya Navneteweyî) wê 12,5 milyon dolar alîkarî bide.
Bibeauyê di daxuyaniya xwe da got ku ji 50 milyon dolarî wê 40 milyon dolar bo penaberên Filistînî yên li Xeze û Şerîeya Rojava bi taybetî jî ji bo perwerdehiya jin û zarokan wê bê xerckirin û 10 milyon dolar jî wê ji penaberên Filistînî yên li Sûriye û Libnanê ra bê şandin.
Kanadayê ji sala 2016an vir va bi navbeynkariya UNRWAyê tevlî reqamên herî dawîn ên hatin eşkerekirin va 172,5 milyon dolar alîkarî da Filistîniyan.