02 Tebax 2019•Rojanekirin: 03 Tebax 2019
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey daxuyand ji ber hin pirsgirêkên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da li Sûriyeyê rê li ber avakirina herêma ewle tê girtin.
Jeffrey li Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê di civîna çapemeniyê ya heftane da pirsên rojnamevanan bersivandin.
Jeffrey anî ziman DEAŞ hê li Sûriye, Iraq û Afrîkayê êrîşan dike, YPG/PKKya "hêza Kurd û Ereban a li herêmê" jî li hemberî DEAŞê şer dike.
Jeffrey îdia kir YPG/PKK li hemberî DEAŞê şer dike û wiha axivî: "Ji bo ku kesên bi me ra ne û şer dikin zirarê nebînin û nebin hedefa êrîşên hêzekê em li ser soza xwe ne. Serok jî ev tişta bi eşkere got. Ev fikarên me yên der barê Tirkan da ne jî."
- " Der barê avakirina herêma ewle da hê lihevkirinek tune"
Li ser pirsa "Li Sûriyeyê ji bo herêmeke ewle ava bibe bi Tirkiyeyê ra lihevkirinek çêbû yan na?" Jeffrey got hevdîtin dewam dikin, hê encamek tune.
Jeffry wiha axivî: "Li aliyekî şirîkekî herêmî yê girîng (YPG/PKK), aliyê din mutefiqê NATOyê Tirkiye heye. Li aliyekî din jî fikarên me yên der barê PKKyê da hene. Em der barê tehdîda PKKyê ya li hemberî Tirkiyeyê ye û hefta borî li Hewlêrê dîplomatekî Tirk kuşt da bifikar in. Em hewl didin di navbera fikaran da hevkêşeyê saz bikin."
Jeffry got der barê avakirina herêma biewle da hê bi Tirkiyeyê ra lihevkirinek tuneye û wiha dewam kir: "Wezîrê Parastina Tirkiyeyê (Hulusî Akar) tevgereke pir tund nîşan dide. Ji bo me herêmeke di navbera 5 û 15 kîlomêtro ya ku hemû çekên giran hatiye paqijkirin bi mantiq e, lê Tirkiye herêmeke ji vê firehtir dixwaze. Di vê mijarê da hin pirsgirêk hene. Ev rewş rê li ber avakirina herêma ewle digre. Lê hevdîtinên me yên eskerî û dîplomatîk dewam dikin."
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê vê mijarê da bi Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper ra li ser telefonê axivîbû.
Akar gotibû heke der barê avakirina herêma ewle da bi Amerîkayê ra lihevkirin çênebe Tirkiye wê bi tena serê xwe li ser sînorê Sûriyeyê vê herêmê ava bike. Akar gotibû Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze bila piştgiriya dide YPG/PKKyê dawî bike.