Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bangî PKKyê kir ji bo ku di operasyonên Tirkiyeyê da sivîl zirarê nebînin bira ji herêma Kurdistanê vekişin.
Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê da hat weşand da wiha hat gotin: "Ji bo sivîlên li herêmê zirarê nebînin bira PKK ji herêmê vekişe. Divê PKK şer ji herêma Kurdistanê dûr bixe. Divê welatiyên Kurdistanê di şer û pevçûnan da nebin qurban. Dewamkirina şer herî zêde zirarê dide sivîlan. Em bang dikin ku bira pêvajoya aştiyê dewam bike."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di operasyonên hewayî yên Tirkiyeyê da ku dibe ser kozikên PKKyê sivîl dimirin û wiha hat gotin: "Di operasyonên artêşa Tirkiyeyê da ku li gundê Zargeliya nêzî Qendîlê kir da şehîd ketin û hin kes jî birîndar bûn. Em van êrîşan şermezar dikin û bangî Tirkiyeyê dikin ku êrîşên xwe yên li ser sivîlan bide sekinandin."
Wek mayîn Koma Tifaqê ya Kurdistanê ya li Meclisa Nûneran a Iraqê destnîşan kir ku divê mesele bi diyalogê çareser bibe.
Li ser navê komê Parlementer Zana Seîd daxuyanî da û bangî civaka navneteweyî kir ku bikeve nav terefan ku bi diyalogê mesele bên çareserkirin.
Seîd destnîşan kir ku operasyon zirarê didin sivîlan û got ku êrîşên hewayî "têkiliyên dostane û hiqûqa navneteweyî binpê dike."