Önder Beyter
24 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Teyyîp Erdogan der heqê pisporê siyasetê yê fransî Philippe Moreau Defarges da ji ber gotinên wî yên di bernameya televizyonekê da ji ber sûcê "li hemberî serokomar ezimkirina sûîqesdê" gilîdar bû.
Huseyîn Aydinê parêzerê Serokomar Erdogan li ser navê muwekîlê xwe Erdogan 4 rûpel daxwaznameya gilîdariyê radestî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kir.
Di daxwaznameyê da cih dan gotinên Defarges ên der heqê Serokomar Erdogan ên ku di bernameyê televizyonê da got, "... Bi qasî ku em dibînin rêya hiqûqî xitimî, an şerê navxweyî an jî hîpotezeke ku gotina wê zehmet e, kuştina Erdogan e. Di rewşeke bi vî rengî da em sûîqesdê ji bîr nekin."
Di daxwaznameyê da hat destnîşankirin ku li rojava dijmintiya Erdogan bûye nerehetiya psîkiyatrîk û ji bo vê yekê jî gotinên Defarges nîşaneyeke mezin e. Dîsa di daxwaznameyê da hat diyarkirin ku Defarges li hemberî Erdogan bi awayekî eşkere tûjkirina sûîqesdê dike û ev kiryar jî ne bi tenê qada hiqûqnasan herwiha dikeve qada doktorên ku li saxî û qenciya ruh mêze dikin jî.
Di daxwaznameyê da hat diyarkirin ji bo ku der heqê kiryar da ji ber sûcê "li hemberî Serokomar sûîqesd û êrişa fiîlî" doz were vekirin, hewce nake kiryar bi xwe li Tirkiyeyê be, taleba Wezareta Dadê jî hewce nake û herwiha ji hêla hiqûqê mimkûn e ku der barê kiryar da rasterast lêpirsîn were vekirin.
Dîsa di daxwaznameyê da hat talebkirin ku ji ber sûcê destnîşankirî bira der heqê Defarges da lêpirsîn were vekirin, heger were Tirkiyeyê an jî teslîmî Tirkiyeyê bikin, bira bi destê lijneya tenduristiyê were kontrolkirin bê ka hişê wî li serê wî ye an na.