ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna KPSSyê ya 2010an da piştî îfadeyê bi mebesta derdestkirinê Serokê OSYMyê yê berê Unal Yarimagan sewqî hakimtiya nobedar kir.
Dozger Yucel Erkmanê ku li lêpirsînê dinihêre, bi mebesta "ji bo armancên din emilandina wezîfeyê, di belgeyên fermî da sextekarî û hevkariya bi rêxistinê ra", derdestkirina Yarimagan xwest.
Wê Hakimtiya Cezayê ya Silhê ya Enqereyê ya nobedar li jêpirsîna Yarimagan binihêre.