Abdullah Tel
08 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2018
ANKARA
Rejima Beşşar Esed ji ber ku rê li ber hatina alîkariyên mirovahî girt, şêniyên li Kampa Rukban a Sûriyeyê ya ser sînorê Urdunê dimînin jî bo alîkariya mirovahî bangî Urdunê kirin.
Ji ber şert û mercên zor û zehmet ên çolê di nav gel da ji Kampa Rukbanê ra "kampa mirinê" jî tê gotin. Rêveberiya sivîl a kampê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku rejima Esed hê jî ji bo hatina xurek û amûrên tibî yên ku tên kampa ser sînorê Urdunê, destûr nade.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Hêzên rejimê û milîsên Îranî rêyên ku ber bi kampê va tên girtine û destûrê nadin wesayîtên ku alîkariyên mirovahî û xurek tê da ne bên kampê.
Rêveberiya sivîl a kampê saziyên navneteweyî yên alîkariyên mirovahî jî ji ber ku li hemberî qeyrana mirovahî ya li kampê pêk tê "deng dernaxin" sûcdar kir û di daxuyaniyê da wiha got: "Em dixwazin ku bila Urdun alîkariya gelê me yê li Rukbanê ne bike. Li vê derê ji bilî çiloyên dara tiştekî me yê ku em bixwin tuneye. Ji Xwedê û Urduna ji bo me mîna birayeke pêştir cihekî ku em xwe bispêrinê tuneye."
- Qeyrana mirovahî ya li Kampa Rukbanê
Neteweyên Yekbûyî (NY) jî her tim balê dikşîne ser Kampa Rukbanê ya qeyrana mirovahî lê heye.
Jan Egelandê şêwirmendê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê Staffan de Mîstura di daxuyaniya xwe ya ku 25ê îlonê dabû da got ku rejima Esed ji serê meha rêbendanê vir va destûr nedaye ku alîkarî bigihîje kampê û ji ber rewşa mirovên li kampê di nav fikareke pir cidî da ne.
Kampa Rukbanê li herêma çol a ser sînorê Sûriyeyê yê bi Urdunê va ye cih digire. Li kampa ku di bin kontrola komên Artêşa Sûriyeya Azad da ye konên ji potik û perçeyan û holikên ji heriyê hatine çêkirin hene.
Şêniyên li kampê dibêjin ku wan heta 10 meh berê jî alîkariyên NYyê dişand ji alî Urdunê hildidan lê niha di halê xwe da ne.