Önder Beyter
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2019
Rêveberiya Amerîkayê êrîşên Rûsya û rejima Beşar Esed yên ku li Sûriyeyê li dijî şêniyên li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê dikin, şermezar kir.
Berdevka Wezareta Karên Derva Morgan Ortagusê der heqê êrîşên asîmanî yên dijî Maratînûmana navçeya Îdlibê da daxuyaniyeke nivîskî da.
Ortagusê diyar kir ku Amerîka, êrîşên dijî sivîlan şermezar dike û wiha dewam kir, "Di van êrîşên asîmanî yên Rûsya rejima Esed da ku ev 3 meh e dewam dike, zarok û sivîl tên qetilkirin, herêm bêtir bêîstiqrar dibe û herwiha şertên giran ên ku 330 hezar însan tê da ne, girantir dibin."
Morgan Ortagusê wiha dewam kir, "Ev êrîşên ku dewam dikin, wê hewildana rejim Esed û mitefiqên wê nîşan dide ku dixwazin bi çekê çareseriyekê ji pirsgirêkên herêmê ra bibînin. Ev êrîş, nîşaneya bêçarebûnê ye."
- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.
Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.
Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku Beşar Esed û piştgirên wê êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê û 12ê tîrmehê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 157 jê zarok, 111 jê jin bi tevahî 606 sivîl hatin kuştin.