Abdullah Tel
27 Îlon 2019•Rojanekirin: 28 Îlon 2019
Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman der barê mijarê da daxuyanî da û got: "Ji ber êrîşa dawîn a li ser Erebistana Siûdî û bi daxwaza wan Wezîr Mark Esper got ku Amerîka wê ji Erebistana Siûdî ra van ekîban bişîne: Bataryayeka Patrîotê, 4 radarên sentînel û nêzî 200 esker."
Hoffman destnîşan kir ku ev sewqiyat ji bo parastina binesaziyên sivîl û eskerî yên Erebistana Siûdî û parastina hewa û moşekan wê gelek bi kêr bê.
Berdevkê Pentagonê destnîşan kir ku wezîr ji bo şandina hêzên piştgiriyê raye da û wiha pê da çû: "Wezîr ji bo sewqkirina hêzên piştgiriyê jî emrê amadekirina wan da. Ji bo sewqa wan hê jî biryarek tunebe jî ev hêz wê rewşê ji bo şer amade bikin."
Hoffman diyar kir ku ev gav nîşan didin ku Amerîka hevkarên xwe di nîvê rê da nahêle û bangî civaka navneteweyî kir ku bila piştevaniya parastina Erebistana Siûdî bikin.