Haydar Şahin
11 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê di encama êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê da ji 17ê îlona 2018an vir va milyonek û 42 hezar sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê îlona 2017an da li civîna Astanayê Îdlib û dorberê wê wekî "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribûn. Tirkiye û Rûsyayê di vê çarçoveyê da li dijî binpêkirina agirbestê ya bi destê rejimê ji bo herêmê mitebeqateke din çêkiribûn.
Ligel mitebeqata di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin rejimê bi alîkariya piştgirên xwe êrîş domandin.
Li gor agahiyên ji Kordînatoriya Midaxeleyê ya Sûriyeyê ya ku pêvajoyê koçê ya li herêmê dişopîne û daneyan amade dike hatin sitandin, ser mitebeqatê ra salek derbas bû û hejmara sivîlên ji cî û warên xwe hatin kirin derkete milyonek û 42 hezar kesî.
Ji 2yê sibatê vir da êrîş zêde bûn û ji wê rojê vir da di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê da bi tevahî 13 konbajar, 30 navendên Parastina Sivîlan, 67 tesîsên tenduristiyê, 114 xwendingeh, 18 ciyên bazarê, 2 santralên avê, 3 santralên ceyranê û 16 firin xistin hedef.
Mihemed Helacê Midûrê Kordînatoriya Midaxeleyê ya Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Bi hatina zivistanê ra felaketeke mirovahiyê ew ê derkeve holê. Piraniya merivan bêsitar in."
Helac got tirsa wan ew e ku rejima Esed û Rûsyaya piştgiriyê dide rejimê operasyoneke eskerî ya teze bidin destpêkirin, heke êrîşî Serakîb, Mearetînuman û Erîhaya li başûr û başûrê rojhilatê Îdlibê bikin hejmara sivîlên ji cî û warên xwe hatine kirin ew ê derkeve milyon û nîvekî.
- "Em mecbûr man ji kuştinê revîn"
Elma Zeydiya ji cî û warê xwe hatiye kirin got, "Em ji bombebaran û êrîşan revîn. Xaniyê me di ser me da hilweşiya. Mêrê min şehîd ket. Bi tenê kurê min dixebitî û aliyê me dikir. Ew jî şehîd ket. Em mecbûr man ji kuştina li Serakîbê revîn."
Zeydiyê got dixebitin ku sitar bibin û wiha pê da çû:
"Me di nav toz, xwelî, germahî û maran da rojên dijwar derbas kirin. Bi tenê kurekî min ma. Ji sergoyan hesin û paxiran kom dike û debara me dike. Teyareyan bi rojan êrîş kirin. Me di 3 rojan da eşyayên xwe ji binê mala xwe ya ku hilweşiyabû derxistin."
- "Hewcedariya me bi singer, balgî, betanî û her tiştî heye"
Mezne Hayema sivîl jî diyar kir ku ji Serakîbê koçî gundê Kelliyê yê li nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.
Hayemê wiha got: "Hundirê kon zehf germ e. Jixwe banê wê naylon e. Sibê zivistanê were û brandayê lazim bike. Halê me perîşan e. Hewcedariya me bi singer, balgî, betanî û her tiştî heye."
Li Îdliba Herêma Kêmkirina rageşiyê hin ciyên jê koç dikin:
Latamine, Kefrenbude, Kefer Zitaya navçeyên Hemayê, bajaroka Kelha Madikê, gundên Hawiz, Huweyce, Qahîra û Şeriayê, Xan Şêxun, Kefrenbîl, Cîsr eş Şuxûr, Mearetinuman, Erîha, Serakîba navçeyên Îdlibê, bajarokên Kensafra, Keferruma, Habit, Cercenaz, Ermenaz, Teftenazê, gundên Ureynibe, Babolin, Mearhatat, Has, Kefir, Tel Mennis, Hemîdiyye, Kefer Secne, Kirîsa, Bsîda, Binî, Terî, Gadafa û Mearethirmeyê.
Tirkiye û Rûsyayê di 17ê îlona 2018an da mitebeqat îmze kiribûn û ji wê rojê vir da di êrîşên rejimê û Rûsyayê da 219ê wan jin, 341ê wan zarok bi tevahî hezar û 282 sivîl hatin kuştin.