Türkan Tosun
18 Sibat 2019•Rojanekirin: 18 Sibat 2019
QUDIS
Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye, 16 Filistînî binçav kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevî bûyerên terorê bûne" 16 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji bo jêpirsînê, Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ya ku dagirkirî, hêzên Îsraîlê gelek caran li ser malan digirin û bi îdiayên cur be cur Filistîniyan binçav dikin.
Filistîniyên hatine binçavkirin yên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.