İbrahim Atmaca
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
ANKARA
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên endeksa sanayiyê ya berfanbara meha par û sala 2017an eşkere kirin.
Li gor endeksan hilberîna sanayiyê ya neplankirî li gor meha mijdarê di meha berfanbarê da ji sedî 0,9 zêde bû.
Hilberîna sanayiyê ya neplankirî di berfanbara 2017an da li gor heman meha sala 2016an ji sedî 8,7 zêde bû. Ji aliyekî din va di endeksa hilberîna sanayiyê ya plankirî da di vê heyamê da hilberîn ji sedî 6,5 zêde bû.
Hilberîna sanayiyê ya plankirî zêde bû
Li gor vê endeksa hilberîna sanayiyê ya plankirî par di berfanbarê da li gor heman meha pêrar ji sedî 6,5 zêde bû. Par di berfanbarê da endeks 146,8 hat hesibandin, di heman meha 2016an da endeks dora 137,9an bû. Ji aliyekî din va di sala 2017an da endeksa sanayiyê ya plankirî ya salê teqrîbî 134,6 pêk hat.
Dema ku meriv li sektorên girêdayî sanayiya neplankirî û ne li gor demsalê mêze dike, di meha berfanbarê ya par da endeksa sektora madenkarî û kana keviran li gor meha mijdarê ji sedî 2,6, endeksa sektora sanayiya çêkirinê ji sedî 1,2 zêde bûye, endeksa hilberîn û belakirina ceyran, xaz, dûkel û qenckirina rewşa hewayê ji sedî 1,1 kêm bû.
Dema ku meriv li sektorên girêdayî sanayiya neplankirî mêze dike jî di berfanbara 2017an da endeksa sektora madenkarî û kana keviran li gor heman meha pêrar ji sedî 14, endeksa sektora sanayiya çêkirinê ji sedî 8,9 zêde bûye û endeksa hilberîn û belakirina ceyran, xaz, dûkel û qenckirina rewşa hewayê ji sedî 5,7 zêde bûye.
Hilberîna sanayiyê di çaryeka çaremîn a 2017an da ji sedî 7,8 zêde bû.
Ji aliyekî din va di çaryeka çaremîn a par da hilberîna sanayiyê ya neplankirî li gor heman çaryeka 2016an ji sedî 7,8 zêde bû. Li gor çaryeka betir pêrar jî ji sedî 1,7 zêde bû.