LEFKOŞA
Mustafa Akinciyê ku li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur (KKTC) di hilbijartina serokomariyê de bi ser ket ji peyamnerê AAyê re mijara pêwendiyên KKTC-Tirkiye û çareseriya pirsa Qibrîsê nirxand.
Akinci got ku ewê di siyaseta xwe de berjewendiyên xelkê tirk ê Qibrîsê biparêzin û hewla çareserkirineke aştiyane ji bo pirsa Qibrîsê nîşan bidin. Akinci destnîşan kir ku ewê der heqê muzakereyên Qibrîsê de di çarçoveya lihevkirina 11ê Sibata 2014an de bimînin û bi bîr xist ku hem Dervîş Eroglu û hem jî Tirkiyeyê ev lihevkirin erê kiribûn.
Akinci got ku Şêwirmendê Taybet ê NYyê yê Qibrîsê Espen Barth Eide dê di 4ê gulanê de were giravê û ewê li ser qonaxa mayîn a muzakereyên Qibrîsê bisekinin.
- Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re
Akinci diyar kir ku bingeha pêwendiyên wan ên bi Tirkiyeyê re dê li ser rêzgirtina dualî û xwedî kesayet be û wiha domand: "Ez dixwazim ku tirkên Qibrîsî di dezgehên xwe de mafê wan ê axaftinê hebe û van dezgehan baş bi rê bibin. Ez bi awayekî tund li hemberê îflaskirina dezgehan im ku her wekî di Rêhewayên Qibrîsê ya Tirk de pêk hat. Ez li ser wê xetê me ku di hemû cure têkiliyan de ne rêbazeke şerker û ne jî yeke teslîmkar were şopandin."
Akinci bal kişand ku hezkirina welat hesteke di nava dilan da ye û wateya wê ya hestiyarî pir mezin e û çavkaniya vê hestê jî ji dîrok û çandê tê û wiha pê de çû:
"Bi navê KKTCyê dewletek heye. Komareke Tirkiyeyê ya ku dibêje min ev dewlet nas kir heye. Divê di van pêwendiyan de meriv baldar be. Ji ber ku civaka tirk a Qibrîsê ya ku bi Tirkiyeyê re têkiliyeke birayane dixwaze û dixwaze ku li ser piyên xwe bimîne û xwe bi rê bibe, ne xerabiya Tirkiyeyê ye."
Akinci got ku armanca wî ew e ku Qibrîsê bike welatekî ku dikare xwe bi serê xwe bi rê bibe, demokrasî û aboriya xwe bihêztir bike û wiha dewam kir: "Bi vê rêbazê ve KKTCyê siberojê bikaribe di nava pergaleke federal de bêyî ku li hemberê Rûman zeîf bikevin dê di nava dezgehên YEyê de bijîn."
- Ziyareta ewil dê ji bo Tikiyeyê be
Li ser pirsa der heqê hevdîtina wî ya bi Serokomar Erdogan re ya bi têlefonê Akinci wiha got: "Wekî têlefoneke pîrozkirinê bû. Bi kurtî me sohbet kir, ji ber ku jixwe li balafirgehê bû û dê êdî ji vir veqetiya. Di sohbetê de mijara ku derket pêş ziyareta ji bo Tirkiyeyê bû. Got ku 'her hal tuyê ji bo ziyareta xwe ya ewil Tirkiyeyê hilbijêrî'. Helbet dê wisa be. Merasima sondxwarinê roja pêncşemê ye. Piştî vê ji bo wan kêngî guncaw be, ezê bi vê ziyaretê va serfiraz bibim."
"Divê aliyê rûm dest ji tevgera xwe ya desthilatbûnê bikşîne"
Akinci qala çavkaniyên siruştî yên ku ji Behra Spî tên derxistin jî kir û wiha got: "Divê aliyê rûm dest ji tevgera xwe ya wekî dewleta desthilat bikşîne. Ji niha da şûna ku meriv şerê dewlemendiya ku di kûrahiyê da ye bike, divê meriv bifikire ku ka merivê siberoj vê dewlemendiyê çawa parî ke."