Önder Beyter
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
BRUKSEL
Alîkarê Serokê Komeleya Karsazên Katalonyayê Carlos Rivadulla der heqê serxwebûna Katalonyayê da got, "Di vê pêvajoyê da bêtirî 2 hezar şirketî Katalonya terikand. Ev fîrma wê venegerin. Hemû şirketên ku ji Katalonyayê vekişiyan ji sedî 30ê dahata neteweyî ya nesafî ya herêmê pêk tînin."
Rivadullayê ku dijî serxwebûna Katalonyayê derdikeve, piştî çendîn hevdîtinên ligel nûnerên partiyên siyasî yên li Parlementoya Ewropayê, daxuyanî da peyamnerê AAyê û diyar kir ku qewimînên li Katalonyayê êdî bandora xwe li ser aboriyê dide nîşan.
Rivadulla wiha got, "Ev nediyariya siyasî, êdî xwe li ser reqamên bêkariyê jî dide der. Li Katalonyayê îstixdam di cotmeha îsal da li gorî heman serdema par ji sedî 10 berjêr bû."
- "Sektora tûrîzmê ya Katalonyayê ji sedî 30 teng bû"
Carlos Rivadulla bal kişand ku ji sedî 10ê dahata neteweyî ya Îspanyayê ji tûrîzmê tê û wiha xeberda, "Di vê serdemê da sektora tûrîzmê li Katalonyayê ji sedî 30 teng bû. Rezervasyonên otêlan jî ji sedî 25 şikestin. Me di rûyê cudaxwazan da ev zirar kir."
Rivadulla diyar kir ku karsaz ji rewşa aboriyê êdî ditirsin û wiha dewam kir, "2 banqe û 2 şirketên vejenê yên mezin ên li Katalonyayê bar kirin. Nîvê şirketên sektora sîgorte û derman ji Katalonyayê derketin. Di vê pêvajoyê da bêtirî 2 hezar şirketî Katalonya terikand. Ev fîrma wê venegerin. Hemû şîrketên ku ji Katalonyayê vekişiyan ji sedî 30ê dahata neteweyî ya nesafî ya herêmê pêk tînin."