ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê ragihand ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 1780 terorîst hatine berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Serkaniyê ji beja û esman va Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya dijî PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê dewam dike.
Hat diyarkirin di operasyonên dawîn da 65 endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê hatin berterefkirin.
Hat diyarkirin ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 1780 terorîst hatine berterefkirin.
-Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê birêva dibe da kozikên terorê yên li hemberî Hatayê ji hêla yekîneyên topavêj, topên obus û balafirên şer va tên bombekirin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da li dijî hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê yên li herêma Efrînê dabû destpêkirin dewam dike.
Kozikên terorê yên li rojavayê Efrînê û li hemberî bajarê Hatayê ji hêla yekîneyên topavêj va hatin bombekirin.
Li ser sînor sewqiyata wesayîtên eskerî hê jî dewam dike.
-Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê gundê Uwerkana li bakurê rojhilatê Efrînê ji terorîstan paqij kirin.
Li gor agahiyan Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê gundê Uwerkana ku li bakurê rojhilatê Efrînê ji rêxistina terorê xilas kirin.
Duh piştî nîvro di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de gundê Deyr Sawanê hatibû xilaskirin.
Artêşa Tirkiyeyê digel hêzên Artêşa Azad ya Sûriyeyê ji destpêka herekatê vir va li 5 bajarokên Efrînê yên di bin dagirkeriya PYD/PKKyê da navenda bajarokekî, 62 gund, 6 gom û 20 çiyayên stratejîk û gir bi tevahî 90 cî û war ji rêxistinê xilas kirin.
-Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê gundê Karababaya li bakurê rojavayê Efrînê, ji terorîstan paqij kirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê li bajaroka Recoyê gundê Karababayê ji YPG/PKK-DEAŞê xilas kir.
Demek berê jî gundê Uwerkana li bakurê rojhilatê Efrînê hatibû rizgarkirin.
Ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha Artêşa Tirkiyeyê digel hêzên Artêşa Azad ya Sûriyeyê li 5 bajarokên Efrînê yên di bin dagirkeriya PYD/PKKyê da navenda bajarokekî, 63 gund, 6 gom û 20 çiyayên stratejîk û girek bi tevahî 91 cî û war ji rêxistinê xilas kirin.
Cî û warên stratejîk ên ku ji rêxistinê hatin xilaskirin ev in:
"Navenda bajaroka Bilbilê, gundên Xeyyam, Sûraîn, Çarkanli, Akanli, Durakli, Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oxlî, Heftar, Ursa, Bak Ubasî, Elî Kar, Şêxurzê û Omer Simo; Çiyayê Xurzê, Çiyayê Damirkê, Çiyayê Kurnî, Girê Hewzê û Girê Kurdo; 2 gomên gundê Şêxurzê; li bajarokê Rajo jî gundên Çiyayê Eyn Batmanê, Hacikanî, Hacikaniya Jêr, Zoma Dewrêş, Hesen Kelkavî, Celeme, Edamanlî, Elî Beqî, Bîlal Koy, Omer Uşaxî, Mamel Uşaxî, Silêman Xelîl, Satî Şaxî, Alkana, Kirmizi, Şerbanli, Şedya û Qude, Girê 687emîn, Girê 915emîn, Girê 740emîn, Girê 1027emîn; li bajarokê Şêx Hedîd jî Gundê Ceqla Jorîn û Çeqla Navîn, Girê Şêx Hedîd, gundê Qere Mitlaq û gundê Hec Bîlal, li bajarokê Cindirêsê gundên Merwane, Heygeceyê, Kalki, Hecî Îskender, Dêra Balutê, Hemam, Nisriye, Dukan û Eşkan, gundê Arşaliyê, Mihemediye, Dêwê Jorîn, 3 girên din û girên Mersîdes, Nisriye û Amarayê, li bajarokê Şêranê jî Çiyayê Birseyê, Girê Şirgayayê û gundên Serîncek, Qestel Cundo, Dîkmetaş, Zeytûn, Îkîdam, Şeltah, Arpawêran, Cemiliyye, Dayr Sawan, Marsewayê û Girên Nebî Hurî."