WASHINGTON
Yek ji pisporên Enstîtuya Washingtonê Soner Cagaptay got ku projeya "herêma ku ji DAEŞê hatiye paqijkirin" dê hem hizmeta pêşaniyên DYAyê û hem jî ya Tirkiyeyê bike.
Di panêla ku bi destê Turkish Heritage Organizationê (THO) ve li Washingtona paytexta DYAyê hat lidarxistin de pisporan projeyên "herêma qedexe ya ji bo firokeyan" û "herêma ku ji DAEŞê hatiye paqijkirin" yên ku Tirkiye û DYA hûrguliyên wê nîqaş dikin, gotûbêj kirin. Şefê Maseya Ewlekariya Ewropayê yê dezgeha ramanê RANDê Stephen Larrabee operatoriya panelê kir. Tevî Cagaptay, ji Xebatên Stratejîk ên Neteweyî Denise Natali û Alîkarê Serokê THOyê Alî Çinar wekî axêver beşdarî panelê bûn.
Cagaptay qala nîqaşa "herêma qedexe ya ji bo firokeyan" a ku li dû operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî DAEŞê ketin rojevê, kir.
"DYA, Tirkiyeya ku endamê NATOyê ye bi YPGyê re naguhere"
Cagaptay diyar kir ku projeya ku Tirkiye jê re dibêje, "herêma qedexe ya ji bo firokeyan" ji aliyê DYAyê ve wekî "herêma ku ji DAEŞê hatiye paqijkirin" tê binavkirin û wiha xeberda: "Herçiqas ev plan ne bi temamî wekî ya ku Tirkiye pêşniyar dike be jî, lê bi ya Tirkiyeyê re gelek hevbeşiyên wê hene. Ev proje dê xizmetê du armancan bike. Ewil DAEŞê ji herêmê were dûrxistin û bi vî hawî rêya ku diçe Reqqayê jî dê were girtin. Ji xeynê vê derbasbûna şervanên biyanî jî dê hatibe astengkirin. A duduyan jî muxalif dê li vê herêmê xwe rêxistin bikin."