ANKARA
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê li 54 bajaran kongreyê bike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin, HDPyê beriya hilbijartina 2015an xebatên xwe yên birêxistinbûnê zêde kir û li 47 bajaran hetanî 12ê mijdarê pêvajoya kongreyên xwe temam kir.
Di çarçoveya kongereyên bajaran de Hevseroka Gişkî ya HDPyê îro beşdarî kongreya Samsunê be, Hevserokê Gişkî yê HDPyê Selahattîn Demirtaşê jî sibê beşdarî kongreya Bursayê bibe.
Wer tê texmînkirin ku HDPyê kongreyên bajaran hetanî 15ê meha berfenbarê temam bike. Li hêviyê ne ku ji xêncî Hevserokê Gişkî Demirtaş û Hevseroka Gişkî Yuksedagê rêveberên partiyê jî beşdarî kongreyan bibin.
Wek mayîn jî li 57 bajaran şaxên HDPyê hene û HDP dixebite ku li 24 bajarên ku lê şaxên wan tunin jî şaxên xwe veke.
Armanca HDPyê ew e ku li 81 bajar û 986 navçeyan şaxên xwe veke.