ENBAR
Alîkarê Serokê Meclisa Wîlayeta Enbarê Falih el-Îsavî îdia kir ku DAEŞa rêxistina terorê li Ramadiyê 503 kes înfaz kirin.
Îsavî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piraniya Ramadiyê di kontrola DAEŞê da ye û rewş merivan gelek dike fikarê.
Îsavî destnîşan kir ku hêzên artêşê li Ramadiyê hê li dijî DAEŞê serkeftineke ciddî bi dest nexistiye û wiha dewam kir: "Milîtanên DAEŞê li Ramadiyê 503 kesên ku esker û sivîl jî di nav înfaz kirin. Rewş krîtîk e. Hikûmeta Bexdayê leşker şandin herêmê, lê van leşkeran têrê nekirin. Ji bo krîza ewlehiyê kuta bibe, hikûmeta Îbadî divê leşkeran bişîne herêmê. Pêdivî bi piştgiriya esmanî ya welatên koalîsyonê jî heye."
Ramadiya navenda Enbarê ji salekê zêdetir e ku Di destê DAEŞê de ye û sunnî li vir dijîn. Piştî ku DAEŞê êrîş kir artêşa Iraqê mecbûr ma û ji herêmê vekişiya. Hatibû gotin ku ji sedî 90ê Ramadiyê ketiye destê rêxistinê. Serokwezîr Haydar el-Îbadî ev îdia derewandibû û gotibû ku "serkeftin" nêzîk e.