12 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Koalîsyona Tirkan a Amerîkayê (TCA) ya navenda wê li Washîngtonê ye ragihand ku ew ji ber daxuyaniyên rêvebirên hikûmeta Amerîkayê yên der barê Kurd û Tirkan da tînin ziman bi fikar in û wiha pê da çû: "Belavkirina gotin û îfadeyeke wekî hikûmeta Tirkiyeyê û yan jî gelê Tirk neyarê Kurdan e cahiltî ye, nezanî ye."
Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar dabû ku wê Amerîka ji Sûriyeyê vekişe, li ser wê daxuyaniyê ji rayedarên Amerîkayê hinekan der barê Kurd û Tirkan da hin şîrove kirin û TCAyê jî piştî wan xeberdanan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku hin rayedarên hikûmeta Amerîkayê nezan nezan xeberdidin û em ji ber wan îfadeyên êrîşkar ên wek 'Divê em bawer bikin ku wê Tirk Kurdan qir nekin' bi kar tînin, bi fikar in.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Nifûsê Tirkiyeyê ya ji 80 milyon kesî pêk tê û ji 10 milyonî zêdetir Kurd in. Ji wan gelek kes di qada pîşesazî û kar da gihîştine astên bilind û kar û barên gelekî bi kêr dikin. Tirkiye di heman demê da bi Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ra jî ji hêla aborî û hevratiyê va têkiliyên baş daniye. Belavkirina gotin û îfadeyeke wekî hikûmeta Tirkiyeyê û yan jî gelê Tirk neyarê Kurdan e cahiltî ye, nezanî ye."
- "Hemû Kurdên li Sûriyeyê piştevaniyê nadin YPGya bi PKKyê ra têkildar e"
TCAyê di daxuyaniya xwe da bal kişand ser rewşa Kurdên li Sûriyeyê û destnîşan kir ku li seranserê dinyayê bi dehan milyon Kurd hene û rast nîne ew bi PKKyê ra eleqedar bên nîşandan û daxuyanî wiha dewam kir: "Hemû Kurdên li Sûriyeyê piştevaniyê nadin YPGya bi PKKyê ra têkildar e. Ji ber vê yekê jî Tirkiye ji serê ser va bi biryardarî li dij e ku Amerîka YPGyê perwerde dike, çekan dide wan û ji vê biryara wan a xelet aciz e."