QAHIRE
Sekreterê Giştî yê Partiya Azadî û Edeletê Mihemed el-Biltacî got: "Heta mirinê ez ê li ber xwe bidim."
Li girtîgeha Toraya Misrê 463 kesên ku di nav wan de Alîkarê Serokê Konseya Rêbertiya Îxwanê Şatir û Sekreterê Gişti yê HAPê Biltacî jî hene, roja duşemê dest bi grêva birçîbûnê kirin.
Biltacî di rûpela xwe ya fermî facebookê de peyamek weşand û got: "Ez ê heta ku hikûmeta derbeker û wezareta karên hundir dev ji tol hildanê û cudakeriya negatîf berde, têkoşina xwe bidomînim. Ez ê mafên xwe û mafên gelê xwe biparêzim û heta wekî şehîd herim hizura Xwedayê xwe vê greva birçîbûnê bidomînim. Ez ê heta mirinê li ber xwe bidim û ji rêjîmê re dibêjim 'hûn zalim in.' Ez serî li ber rêveberiya derbeya eskerî ya dest bixwîn ku keça min û gelek kes şehîd kirin, natewînim."
Bîltacî diyar kir û got "mafê min e ku rojên şemiyê kes werin min ziyaret bikin, lê desturê nadin kesî. Herwiha ez di hucreyeke ku tenê kesek dikare tê de bimîne de me. Ji bo ez bihna xwe bigrim ez xwe xwarî binê deriyê hucreyê dikim. Ji ber vê yekê jî min dest bi grêva birçîbûnê kir."